Ana SayfaKurdîTürkçeEnglishÜyelikLinklerÝletiþim

Türkçe
Enstitü Hakkýnda
Enstitü'nün Bölümleri
Projeler
Haberler
Duyurular
Yayýnlar
ZEND Dergisi
Bülten
Sözlük
Tebliðler
eKitap
Enstitü Gönüllüleri
Bize Ulaþýn
Arþiv
Linkler
Ýstatistikler

 


e-Kitap


ZEND


DANASÎNA ENSTÎTUYA KURDÎ YA STENBOLÊ

Destûrname û Bername

Organên Reveberiyê

Ji Damezirandinê Heta Kongreya Heþtemîn - Kurtedîrok


DESTÛRNAME Û BERNAMEYA ENSTÎTUYA KURDÎ YA LI STENBOLÊ

DESTPÊK

GELÊ KURD Û ZIMANÊ KURDÎ

Gelê kurd, yek ji kevintirîn û qedîmtirîn gelê Mezopotamyayê ye. Li gorî belgeyên dîrokî; Hûrî, Mîtanî, Lûlû, Gûtî û Qasîdên ku bixwe ji milên kurdan e, Beriya Zayîna Îsa (B.Z) 3 hezar sal berê li dorhêla Gola Wanê û Herêma Zagrosan bingeha gelek dewletan avêtine. Her wiha belgeyên dîrokî þahidiya dewleta mezin a MED’an dikin ku ji bakurê rojavayê Îranê heta Kizilirmaka Anatoliyayê berfireh bûye, dikin.

Gelê kurd, di avabûn û geþbûna þaristaniyên Misir, Yewnan, Roma û di kemilîna Þaristaniya Mezopotamyayê de xwedî roleke berbiçav e. Kurd, îro di navbera 4 dewletên Rojhilata Naverast de (Îran-Îraq-Sûriye-Tirkiye) ligel ku raserî 40 milyon kesî ne jî, ji gelek mafên xwe yên sirûþtî û însanî bêpar in.

Gelê Gelê kurd, xwediyê ziman û çandeke dewlemend e. Zimanê kurdan kurdî ye. Kurdî zimanekî tewangî ye û di nav malbata zimanên ‘Hînd-Ewropî’ de cih digire. Bêjeyên kurdî; nêr, mê û nêtar in. Ligel ku gelek zaravayên zimanê kurdî hene, bi gelemperî 3 zaravayên bingehîn têne bikaranîn: Kurmancî-Soranî-Dimilkî (Zazakî). Zaravayê ku herî zêde tê bikaranîn kurmancî ye.


Ziman, piþtgir û hilgirê çandê û bingeha civak û gelan e. Heta ku ziman, di nav bazarê de neyê bikaranîn pêþketina wê jî ne pêkan e. Zimanê ku di nav raya giþtî û civakê de neyê axaftin marjînal dibe, asta wê dadikeve bes di nava asteke elît û bijare de dikare hebûna xwe biparêze. Çanda demokrasiyê û feraseta demokratîk tu carî rê li ber pêþketin û bikaranîna zimên nagire, nexasim ji bo ku zimên bipêþ bikeve hewl û xebatê dike.

Kurdî, zimanê zikmakî yê komeke neteweyê ye ku ji sisê yek nufûsa Tirkiyeyê pêk tîne. Ji ber vê yekê, zimanê kurdî divê li qada gelemperî û li saziyên perwerdehî û hîndekariyan bê bikaranîn. Feraset û çanda demokratî û plûralîst, ji bo ku ziman xwe bikaribe îfade bike û pêþ ve bibe, derfetan amade dike.

Asta þaristaniya îro, ji hêla çandî ve bêjeya ‘dewleta homojen’ avêtiye ber þekalan! Hiþtiye ku pirengî û pirdengiya di nav dewletê eþkere xuya bike. Bingeha nasnameyên neteweyî û etnîkî di cîhaneke global û di normên bazirganiya serbest de her diçe diguhere, geþ dibe.

Di cîhaneke ku bi bayê bezê diguhere de; nirxên demokratîk, azadiya mafî û însanî jî wekî ‘bêjeyên pîroz’ têne qibûlkirin. Lewre jî pêwîst e ji bo ku komên neteweyî, ziman û çandên cuda bi hev re di nav azadiyeke hevpar de bijîn, hewl û xebat bê kirin.

Ne ramanên dogmatîk-doktrîner û sazûmanên totalîter-despotîk, lê feraseta demokratî û þaristaniya demokratî dikare mirovahiya dinyayê bi hev re û di nav aþtiyê de bide jiyandin.

Xaniyê fîlozof di destana xwe ya Mem û Zîn de gava dewleta dadmend a demokratîk formîle dike, dibêje ku “jêderka jiyîn û xweþiyê yekîtî ye, yekîtî bi zanistê, dadê û hezkirinê pêk tê, dad bi zanistê digihîje.”

A. HIKMÊN GIÞTÎ

Xal: 1

Navê Saziyê: Navê saziyê Enstîtuya Kurdî ye û li gorî peymana ‘Dezgeha Lîmîted a Zanist, Çand û Perwerdehiyê ya Zendê’ hatiye damezirandin.

Xal 2:

Navenda Saziyê: Navenda Enstîtuya Kurdî li Stenbolê ye û li gorî ‘Destûra Bazirganiya Tirk’ hatiye qeydkirin. Dema ku pêwîstî bê dîtin, sazî dikare li nav welêt û li derveyî welêt þaxên xwe ava bike. Dîsa li gorî pêwîstiyê Enstîtu dikare navenda avahiya xwe biguherîne.

B. ARMANC

Xal: 3


3.1. Enstîtuya Kurdî, di warê ziman, dîrok û wêjeya kurdî de, etnografya û hunerê; bi giranî li ser çanda kurdî û mîrata ramyarî lêgerîn û lêkolînan dike, nirxên çandî û hunerî yên ku hatine texrîbkirin û talankirin di navendekê de berhev dike, diparêze û pêþkêþî xizmeta gel dike. Berhemên ku bi dest xistine rapêþî gel dike.

3.2. Enstîtuya Kurdî bi enstîtu, akademî, navendên çandî û bi saziyên din ên li ser zimên, dîrok, edebiyat, folklora kurdî dixebitin re têkiliyan datîne, dan û standinên ramanî pêk tîne, bi wan re çalakiyên hevpar ên wekî konferans, semîner û sempozyûman li dar dixe. Ji bo piþtgiriya çandî bingehê amade dike.

3.3. Enstîtuya Kurdî, gava bi saziyên çandî re têkiliyan pêk tîne, zanîna hevpar a zanyarî, pêþvebirina çanda demokratîk, karên çandî û zanistî ji xwe re esas dibîne.

3.4. Enstîtuya Kurdî li dijî hêzên cerdî û mêtingehiya çandî ya ji aliyê sazî û dezgehên piþtgirên fermî dikin û jihevdaxistina çandê, bernameyên alternatîf amade dike û pêþvebirina çanda zanyarî û demokratîk tenê li ser mîrateya neteweyî ya modern gengaz dibîne.

C. NAVGÎN

Xal: 4
Enstîtuya Kurdî ji bo pêkanîna armancên xwe ji van navgînan sûdê werdigire:

4.1. Enstîtuya Kurdî ji bo hînkirin, pêþvebirin û belavkirina ziman, dîrok û çanda kurdan qursan dide, ji bo bûrs û stajê þertan amade dike, konferansan li dar dixe.

4.2. Enstîtuya Kurdî li ser ziman, edebiyat, dîrok û hunera kurdan ji bo gîhandina pispor û mamosteyan, li ser îmkanan lêgerînên taybet pêk tîne, bernameyên perwerdehî û hîndekariyê amade dike, dide amadekirin.

4.3. Enstîtuya Kurdî ji bo rêlibergirtina piþaftina nirxên çandî, hunerî, zanaatî û parastina wan; vekirina ‘Muzeya Etnografîk ya Kurdan’ ji xwe re yek ji armancên sereke dibîne.

4.4. Enstîtuya Kurdî bi beþdariya kurdolog, zanyar û pisporên li welatên cure bi cure dijîn; rojname, kovar, weþanên rêk û pêk û broþurên li ser dîrok, ziman, wêje, gencîneyên xwezayî, û warên çandî derdixe. Her wiha civîn û semînerên zanyarî, rojên lebatê amade dike û ji bo avakirina navendên lêgerînê bingehê amade dike.

4.5. Enstîtuya Kurdî, ji bo rêlibergirtina talankirin û bazirganiya huner û nirxên çandî yên gelê kurd, di warê ziman, dîrok, çand, huner û karên din de xeletiyan destnîþan dike û ji bo rastkirina wan, bernameyên alternatîf li dar dixe. Heger pêdivî bê dîtin, lijneyeke kontrolê ya ku ji aliyê senatoyê ve tê wezîfedardarkirin, ava dike.

4.6. Enstîtuya Kurdî, bi avakirina navendeke dokumantasyonê ku ji pirtûk, wêne, fîlm, pîlaq, sêlik, kaset û vîdeoyên têkildarî dîrok û çanda kurdî pêk tê, ji xwe re dike armanc. Deriyê saziyeke bi vî rengî dê ji gel re vekirî be.

4.7. Enstîtuya Kurdî xebateke ji bo ‘Ansîklopediya Neteweyî’ ya ku nirxên neteweyî yên kurdan di rajortirîn astî de hildide dest, ji xwe re dike armanc.

4.8. Enstîtuya Kurdî, avakirina navendeke ragihandinê (enformasyon) ya ku dê bi karên kurdî re rabe û organîzeya kaset, pîlaq, fîlm, pirtûk, broþuran pêk bîne, ji xwe re dike armanc.

4.9. Enstîtuya Kurdî ji bo ku berhem û xebatên xwe yên berhevkirinê bide naskirin, bigihîne gel, lêgerîner û rewþenbîran; bi pêþengiya ‘Lijneya Rêveber’ weþaneke periyodîk û dema ku pêwîst be, bultenekê derdixe. Berhemên Enstîtuyê berî ku bên çapkirin, ji aliyê komîsyoneke xweser ve ku bi kargêriyê ve girêdayî ye, tên nirxandin. Ev komîsyon nêrînên xwe yên der heqê van xebatan de pêþkêþî kargeriyê dike, biryara dawî kargerî dide.

4.10. Enstîtuya Kurdî avakirina pirtûkxaneyeke ku tê de berhemên dîrokî, zimanzanî, çandî, edebiyata kurdan û warên din ên zanistî û hunerî cih bigrin ji xwe re dike armanc.

4.11. Enstîtuya Kurdî, di rêvebirina xebatên xwe de, ji her cure amûrên elektrîk-elektronîk sûdê werdigire.

D. DEZGEHÊN-ORGANÊN RÊVEBIRINA ENSTÎTUYÊ

Xal: 5

Lijneya Giþtî

5.1. Di tesbîtkirin, rêvebirin û kontrolkirina armanc û ramanên Enstîtuya Kurdî de beþa herî bilind ‘Lijneya Giþtî’ ye.

5.2. Lijneya Giþtî, awayê xebeta saziyê, serekê saziyê û beþên rêveberiyê hildibijêre. Karên zanyarî pêk tîne û kontrol dike.

5.3. Lijneya Giþtî, biryarên xwe bi beþ û komên ku peywirdar kirine û xwedî hêza temsîlê ne pêk tîne.

5.4. Der barê endamên ku dawî li endamtiya wan hatiye kirin de biryara dawî û teqez Lijneya Giþtî dide.

5.5. Lijneya Giþtî salê carekê kom dibe. Serokê Enstîtuyê panzdeh roj berî civînê, endaman ji dem û rojeva civînê agahdar dike û wan vedixwîne civîna giþtî. Lijneya Giþtî bi beþdariya ji sisiyan dudu (3/2) endamên xwe li hev dicive. Heger ev hejmar pêk neyê, herî dereng di nava panzdeh rojan de, bi piraniya dengan lijne li hev dicive.

5.6. Ji aliyê Lijneya Rêveber û Senatoyê ve pêwîstî bê dîtin, an jî ji endaman çarî yek ¼ bixwaze Lijneya Giþtî bi awayekî awerte li hev kom dibe. Kargêrî yan jî senato heke pêwîst bibîne, tenê ji bo mehekê dikare mêjûya kongreyê li paþ bixe.

5.7. Lijneya Giþtî, çalakî û raporên darayî (malî) yên Lijneya Rêveberiyê dipejirîne, yan jî red dike. Heger rapora darayî neyê pejirandin, pêwistî bê dîtin ji bo lêgerîn û vekolînê komîsyonek tê wezîfedarkirin. Komîsyona hilbijêr, lêkolînên xwe dike û Lijneya Giþtî agahdar dike.

5.8. Beþên Rêveberiyê û Serekê Saziyê li gorî dengdana veþarî, sefandina (tasnîfkirina) eþkere têne hilbijartin.

5.9. Di Lijneya Giþtî de, biryarên der barê mijarên guherîna destûrnameyê, teyîdkirina raporên darayî, fesihkirina sazî û di milkê saziyê de bi piraniya xweser; tevahiya biryarên din bi piraniya dengan tên wergirtin.

Xal: 6

Senato

6.1. Piþtî Lijneya Giþtî, beþa herî hêzdar û çalak Senato ye. Ji bo Endamtiya Senatoyê, ji nav Lijneya Giþtî hejdeh (18) kes têne hilbijartin. Serekê Enstîtuyê, Serekên Beþan û Endamên Lijneya Rêveberiyê endamên xwezayî yên Senatoyê ne. Senato, di maweya navbera du kongreyan de peywira kontrolkirin û rêvebirinê pêk tîne.

6.2. Piþtî pêkhatina Lijneya Giþtî, bi bangawaziya Serekê Enstîtuyê –herî dereng- di navbera 15 rojan de Senato li hev dicive. Senato du mehan (2) carekê di bin rêveberiya Serekê Enstûtuyê de li hev dicive.

6.3. Senato bernameyên demî yên enstîtuyê kifþe dike, darayiya demê ‘erê’ dike. Her wiha Senato, raporên ku ji hêla Konseya Rêveberiyê û Serokên Beþan ve tên pêþkêþkirin dinirxîne, li ser berendamên endamtiyê kar dike û der barê endametiya wan de biryara ‘erênî’ û ‘neyînî’ dide.

6.4. Senato, mijarên xebatên lêgerînî, zanyarî û lêkolînî diyar dike, bernameya perwerdehiya saziyê tesbît dike û bernameya perwerdehiyê amade dike. Her wiha li gorî pîvanên zanyarî xebatên ku di bin banê enstîtuyê de tên kirin rêk û pêk dike. Berpirsyariya endamên senatoyê heye ku beþdarî xebatên saziyê bibin.

6.5. Heger pêdivî bê dîtin, Senato beþên nû vedike, beþên bêfêde digire. Her wiha Senato, valahiya di Lijneya Rêveberî an jî dezgeha Serokatiyê de dadigire, kesan ji bo wan cihan tayîn dike.

6.6. Di senatoyê de tevahiya biryaran, bi piraniya dengan tên girtin. Endamê/a ku du caran bêyî destûr li ser hev beþdarî li civîna senatoyê neke, endamtiya wî/ê ya senatoyê dikeve.

Xal: 7

Lijneya Rêveberiyê

7.1. Lijneya Rêveberiyê ku ji pênç (5) endaman pêk tê di Lijneya Giþtî de tê hilbijartin. Piþtî pêkhatina Lijneya Giþtî (Kongre) –herî dereng- di nava hefteyekê de, di bin rêveberiya Serekê Enstîtuyê de li hev kom dibe. Di civîna yekem de, karbeþiya navxweyî pêk tîne û di hefteyê de carekê li hev dicive. Serekên Beþan, endamên xwezayî yên Lijneya Rêveberiyê ne.

7.2. Lijneya Rêveberiyê, biryarên ku ji aliyê Lijneya Giþtî û Senatoyê ve hatine wergirtin pêk tîne. Karên rêveberî yên enstîtuyê, têkiliyên wê yên derve birêxistin dike. Li ser navê enstîtuyê çalakiyan pêk tîne, Delegasyona ku dê li ser navê enstîtuyê here civînên herêmî û navnetewî bi rêkûpêk dike, gelþ û gelemþeyên enstîtuyê yên diravî-aborî çareser dike, tabloya hatin û çûyînên diravî bi awayekî rêkûpêk pêþkêþî Senatoyê dike. Xebatên enstîtuyê pêþkêþî dêhn û bala raya giþtî dike. Bi saziyên hevxebat re dikeve nava danûstandin û têkiliyan.

*7.3. Endamê ku bêyî destûr û sedem du car li ser hev beþdarî civîna Lijneya Rêveberiyê nebe, endamtiya wî tê rawestandin, biryara teqez Senato dide.

Xal: 8

Serokatî

8.1. Serokê Enstîtuyê, bi dengdayîna giþtî li Lijneya Giþtî tê hilbijartin. Serok, di jiyana civakî de enstîtuyê temsîl dike. Serokatiya civînên Lijneya Rêveberî û Senatoyê dike. Xebatên Endamên Rêveberiya Giþtî kontrol dike. Der barê xebatên Lijneya rêveberiyê de Senatoyê agahdar dike. Pêdivî bê dîtin, wekîlê xwe tayîn dike. Di civînên Rêveberiya Giþtî û Civînên Senatoyê de, gava wekheviya dengan pêk were, aliyê ku Serokê Enstîtuyê deng daye piraniya dengan werdigire.

F. BEÞÊN XEBATÊ

Xal: 9

9.1. Beþa Zimên: Ev beþ, ku pêþvebirin, standardkirin û hêviþandina zimanê kurdî ji xwe re dike armanc, ji bo amadekirina meteryalên pêwîst ên mîna rêziman, rêbera rastnivîsê û kereseyên hînkirina zimên, kesên zimanzan, yên ku der barê zimên de xebatan dikin, di vî warî de bi pêþ dikevin û hêvî didin mirov ku dê sibê roj bibine pispor, di binyata xwe de li hev dicivîne. Beþ, di nav xwe de ji kesên pispor, xwedî civarî û akademîsyenan Kargêriya Beþê pêk tîne û xebatên xwe jî di bin kontrola vê kargêriyê de berdewam dike. Kargêriya Beþê, ji bo ku di warê ferhengnasiyê de xebatên pêwîst bike û ji bo amadekirina ferhengên têvel ku Enstîtû hewcedarî bi wan dibîne, li gor pêdiviyê dikare komisyonan ava bike”.

9.2. Beþa Dîrokê: Li gorî feraseteke zanyarî rastiya dîroka kurdan derdixe holê û dinivîse. Kesên di warê dîrokê de dixebitin di nav xwe de bi cih dike. Di nav xwe de komîsyoneke bilind a ji kesên akademîsyen û pispor ên di vî warî de xwedî zanîn û tecrûbe ne, ava dike û karên xwe di çavdêriya vê komîsyonê de didomîne.

9.3. Beþa Wêje û Gelnasiyê: Ji bo pêþxistin û nasandina wêje û zargotina kurdî kar dike. Ji kesên ku di vî warî de dixebitin komîsyoneke bilind ava dike û karên xwe di çavdêriya vê komîsyonê de berdewam dike. Beþ bi taybetî berhemên destnivîsî û yên çapkirî yên wêjeya kurdî ya klasîk û zargotin û folklorê kom dike û li gorî rêza girîngiyê yên ku pêwîst dibîne ji bo weþanê amade dike.

9.4. Koma Arþîv û Dokumantasyonê: Ev kom, agahiyên der barê enstîtuyê de her gav nû dike û li malpera enstîtuyê bar dike. Der barê saziyên têkildar de agahiyan berhev dike û karê arþîvê pêk tîne. Ev kom di nava xwe de xebatên dengî, nivîskî, dîtbarî, pirtûkxane, wênekêþî, fîlmkêþî dihewîne. Ji hêla pisporên vî karî ve tê organîzekirin. Ev kom xebatên xwe girêdahiyê Serokê Enstîtuyê pêk tîne.

9.5. Rêveberiya Beþan: Ji sê kesan pêk tê. Ji nav endamên beþan û ji hêla endamên beþan ve ji bo salekê têne hilbijartin. Rêveberiya beþan, herî kêm mehê carekê li hev dicive. Plansazî û xebata demî ya beþan bi rê ve dibin. Heger pêwîst bibîne, komîsyonan ava dike, xebatên wan kontrol dike. Beþ xebatên xwe bi plansaziyên ku ji Senatoyê ‘erê’ wergirtine, pêk tîne.

9.6. Rêveberiya Beþan bi kes, sazî û dezgehên nêzîkî xebata xwe re dikeve nava danûstandinan. Danûstandinên belge û agahiyan pêk tîne. Civînên hevpar amade dike. Pêdivî bê dîtin, bi kovar û rojnameyên ku beþ bi xwe çap dike de, xebatên xwe rapêþî raya giþtî dike. Nûnerên ku li ser navê wan beþdarî li civînên navxweyî û derveyî welêt bikin, kifþe dike û rapêþî erêkirina Lijneya Rêveberiyê dike

9.7. Serokên beþan, ji hêla endamên beþan ve ji bo salekê têne hilbijartin. Serokên beþan di jiyana civakî de beþan temsîl dikin. Serokatî ji civînên rêveberiya beþan re dike. Xebatên komisyonan kontrol dike, pîlanên wan ên demî amade dike, raporên fealiyetê rapêþî Senatoyê dike.

*9.8. Xala Taybet: Piþtî erêkirina vê destûrnameyê, di civîna yekem a Senatoyê de ji bo maweyeke demdemî (geçici) Serokên Beþan ji hêla Senatoyê ve têne hilbijartin. Piþtî civîna senatoyê ev xala taybet a demdemî ji holê radibe.

E. ENDAMETÎ

Xal: 10

Enstîtuya Kurdî ji tevahiya endamên li jêr pêk tê:

10.1. Endamên Damezrîner:
Kesên ku di Lijneya Damezirîner de cih digirin wekî endamên eslî xwedî maf in û dikarin beþdarî hemû civînên beþên enstîtuyê bibin. Endamên damezirîner ev in: Ýsmail Beþikçi, Musa Anter, Ýbrahim Gürbüz, Feqî Hüseyîn Sagniç, Cemþîd Bender, Yaþar Kaya, Abdurrahman Durre, Süleyman Ýmamoglu.

10.2 Endamên Eslî: Kesên ku ji bo pêþvebirin, parastin, nasandin û belavkirina ziman, dîrok, çand, huner û wêjeya kurdî hewl didin û li ser van mijaran xwedî berhem an jî xwedî ked in, destûrname û bernameya enstîtuyê dipejirînin û endamtiya wan hatiye tesdîqkirin, endamên eslî ne. Endamtiya eslî, li ser pêþniyara lijneya Rêveberî û erêkirina Senatoyê pêk tê.

Serlêdana endamtiyê bi awayekî nivîskî li Lijneya Rêveberî yan jî komîsyona sereke ya beþan tê kirin. Encama serlêdanê, herî dereng di nava 2 mehan de tê eþkerekirin. Endamê ku endametiya wî du meh berî Lijneya Giþtî hatiye pejirandin mafê dengdayînê werdigire. Mafê her endamî heye ku li gorî hêz û aleqeya xwe beþdarî li beþên enstîtuyê bike.

10.3. Endamtiya endamê ku li gorî pîvanên destûrnameyê tevnegere, rûreþiyê bike, sê mehan li ser hev endametiya xwe ya darayî nede û sê caran li ser hev bêyî destûr beþdarî li civînan neke, ji hêla Senatoyê ve tê rawestandin.

10.4. Endamê ku dawî li endamtiya wî hatiye, xwedî maf e ku li Lijneya Giþtî ‘gilîdar’ be. Lijneya Giþtî, giliya heyî dinirxîne û biryara dawî dide.

10.5. Endamên Fexrî: Endamên Fexrî, bi qasî Endamên Eslî beþdarî xebatên enstîtuyê nabin. Bi karên xwe yên madî û manewî piþtgiriya xebatên enstîtuyê dikin. Endamtiya fexrî li ser pêþniyara Lijneya Rêveber û erêkirina Senatoyê pêk tê.

10.6. Endamên Rûmetê: Kesayetiyên girîng ên di asta neteweyî yan jî navnetewî de, di warê ziman, dîrok, wêje, çand, huner û pêþvebirina zanistên civakî de xwedî rolên girîng in endamên rûmetê ne. ‘Remza Endamtiya Rûmetê’ li ser pêþniyara Lijneya Rêveber û bi biryara Lijneya Giþtî tê dayîn.

*10.7. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di xebatên xwe yên rêveberî û zanistî de ji bo endamên xwe yên jin polîtîkayeke îltimasî ya pozîtîf pêktîne.

G. HATINA DARAYÎ (MALÎ) YA ENSTÎTUYÊ

Xal: 11

Hatina Darayî ya Enstîtuya Kurdî li jêr hatine diyar kirin:

11.1. Mehaneya endaman û alîkariya diravî (pere) ya endaman.

11.2. Mehaneya endaman ji aliyê Senatoyê ve tê diyarkirin.

11.3. Piþtgiriya sazî û dezgehên navneteweyî yên navgînên teknîkî û alîkariya malî.

11.4. Hatina ji weþanên Enstîtuyê.

11.5. Hatina ji çalakiyan.

11.6. Bexiþandina mal û milkên endaman. Her wekî xanî, dikan û hwd.

 


 

Anket
Sizce, Türkiye'de devlet okullarýnda anadilde eðitim verilmeli midir?

Evet
Hayýr



Sonuçlar
Anketler

Toplam Oy: 11005
Yorum: 1098

Enstitü Gönüllüleri
Ýstanbul Kürt Enstitüsü’nün çalýþmalarýndan haberdar olmak istiyorsanýz;
Ýstanbul Kürt Enstitüsü’nün çalýþmalarýna katýlmak istiyorsanýz;
Kürt diline ve kültürüne katkýda bulunmak istiyorsanýz;

SÝZ DE ÝSTANBUL KÜRT ENSTÝTÜSÜ GÖNÜLLÜSÜ OLUN


Designed by ROJONLINE