 |
| Kurdî |
 |
|
|
 |
| e-Pirtûk |
 |
|
|
 |
| ZEND |
 |
|
|
|  |
|
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê 18'emîn salvegera xwe pîroz kir
|
|
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, bi merasimekê 18'emîn salvegera damezirandina xwe li avahiya xwe ya nû bi beþdariya gelek kesan pîroz kir.
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, bi merasimekê 18'emîn salvegera damezirandina xwe li avahiya xwe ya nû ya Unkapani ya Fatîhê bi pîroz kir. Di merasimê de Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, endam û rêveberên enstîtuyê û gelek endam û nûnerên saziyên sivîl û civakî amade bûn. Di merasima ku qurdeleya avahiyê Parlementer Sebahat Tunçel birî de Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan axaftin kir.
Tan, diyar kir ku 6'emîn care Xelata Kurdî ya Feqî Huseyîn Sagniç didin û îsal dê xelatê bidin Nivîskar û Wergêr Kawa Nemir.
|
|
Ji çapemenî û raya giþtî re
|
|
Desteya Rêveber a Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê îsal ji ber keda wî ya salan a ku di ber zimanê kurdî de daye û berhemên ku li zimanê kurdî wergerandine Kawa Nemir þayanî Xelata Ziman a Feqî Huseyn Sagniç dîtiye.
Her wiha Desteya Rêveber a Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê biryar daye ku çalakiya bîranîna Apê Feqî û pîrozkirina salvgera Enstîtuya Kurdî bike yek û di 18’ê avrêlê de bi vê mebestê merasîmekê li dar bixe. Xelata îsal jî dê 18’ê avrêlê di vê merasîmê de bê dayîn.
Em têkoþerên zimanê kurdî di salvegera 8’emîn a koça dawîn de dibêjin ku em ê pênûsa li wî her nehêlin. Bi van bîr û baweriyan em li ber bîranîna Apê Feqî û þehîdên azadiyê bejna xwe ditewînin.
|
|
Beşa Nûçeyan: 21'Ê REÞEMIYÊ LI HEMÛ CÎHANÊ ROJA ZIMANÊ ZIKMAKÎ YE.
|
|
21'ê reþemiyê roja zimanê zikmakî ya navneteweyî ye. Beriya her tiþtî bila ev roj li hemû cîhana deng û rengan pîroz be.
Çima 21'ê reþemiyê?
Britanyayê Hindistan dagir kiribû. Pakstan jî dagir kir û bi Hindistanê ve girêda. Hinek gelên ku xwestin xwe ji destê Hindistan û Brîtanyayê rizgar bikin, navê welatê xwe kirin PAKSTAN. 2 wateyên vê peyvê hene. “PAK” peyveke Îranî ye. Mîna em kurd dibêjin “Pak û paqij”. Li gel vê yekê jî ji navê 4 herêman ev peyv çêkirine. Wiha: Ji Pêncabê (Pênçavê) “P”; ji Afxanyayê “A”; ji Kaþmîrê “K” û ji Sindê jî “S” kirine PAKS->Pakstan. 1947ê gelên ku li herêma Pakstanê serhildan û Pakstaneke azad ava kirin.
Li gel serfiraziya Pakstanê Bangladêþ jî ket di bin serweriya wan de. Lê zimanê Bangladêþê Bengalî bû yê piraniya Pakstanê jî Urdukî bû. Herdu ziman jî Îndo-Ewropî ne. Ji ber ku zimanê Bangladêþiyan ne fermî bû û li dibistanan qedexe bû Bangaliyan li berxwe didan. 21'ê reþemî 1952'wê Tevgera Zimanê Bangaliyan li Zanistgeha Dhakayê çalakî pêk anîn. Di wê bizavê de polîsên dewletê 11 kes kuþtin. Lê serê xwe ne tewnadin û berxwedana xwe dom kirin. 1956'î Pakstan neçar ma û zimanê Bangladêþiyan li gel Urduyî wekî zimanê fermî pejirand. 1973'yê jî dewleta xwe ya azad ava kirin.
|
|
Ji bo hînbûn û hînkirinê seta pirtûkên kurdî derket.
|
|

Navê vê setê HÎNKER e. Sala 1921’ê pirtûka rêbebera axaftina kurdî bi navê “Hînekerê Zimanê Kurdî” ji aliyê Cemiyeta Talebeyên Kurd ve hatibû çapkirin. Ev seta pirtûkan bi wê rêbera axaftinê hatiye navkirin.
Ev rêzepirtûka ku ji sê pirtûkan pêk tê bi piþtgiriya CIEMEN û ACCD’ê ji hêla komîsyona materyalan a TZPKurdî ve hatiye amadekirin. Naveroka berhemê fêkiya bizavên Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê ye.
Ev pirtûk bi rênîþanderiya mamosteyan ji bo fêrbûna kurmancî ne.
Mijarên di van pirtûkan de;
|
JI EDÎTOR
Serê salê binê salê Xwedê jiyaneke azad û bextewar bide vê malê!
Gelî xwînerên hêja û berkeftî, em di destpêka saleke nû de bi hejmareke nû ya Zendê li pêþberî we ne. Mixabin sala par digel ku bi hinek hêviyan dest pê kir jî hêzên dagirker û xêrnexwaz nehiþt ku ev hêvî geþ bibin, mirovên aþtîxwaz û azadîxwaz bigihêjin miraz û armanca xwe.
Di meha adarê de gelê kurd bi awayekî zelal vîn û îradeya xwe diyar kir, lê piþtî wê bi demeke kurt, bi dehan siyasetmedarên kurd hatin girtin. Van girtinan heta dawiya salê dom kir. Di dawiya salê de hem Partiya Civaka Demokratîk (DTP) hate girtin, hem hinek þaredar jî di nav de dîsa gelek siyasetmedarên kurd hatin girtin.
Di nav kesên ku hatine girtin de hevalê me Alaattîn Aktaþ jî heye. Em wekî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê van êrîþan bi tundî þermezar dikin û dixwazin ku dawî li van êrîþan were û kesên girtî di zûtirîn katê de bêne berdan. Em dibêjin kêþeya kurd bêyî kurdan çareser nabe, divê rayedarên Tirkiyeyê riya çareseriya demokratîk û aþtiyane bidin ber xwe.
Têbinî: NAVEROK:
Zargotin û rewþa pirtûkên gotinên pêþiyan / Mustafa Borak Divê rêz û rêçikên dengbêjiyê bêne parastin / Mamoste Marûf Zimanê muzîka kurdî ya nûjen / Zana Farqînî Êzdiyên Cizîrê; Tirbespiyê, Amûdê, Serê Kaniyê û Hesekê / Konê Reþ Kurdiya rast..? (2) / Dilawer Zeraq Di wergerê de þêwaz û guncaniya þêwazî / Aiwei Shi Cografyaya Zimanî / Dr. Abdulwehab Xalid Pergala þanîdanê ya zimanê kurdî / Laura Shepherd Pêþnûmaya ronesanseke kurdewar / Mihemed Ronahî Yûsif û Zuleyxa: Nusxeya Ehmedê Xanî / Kerem Soylu Zarokên nûzayî bi zimanê dêûbavê xwe gixînî dikin / Haydar Diljen Pirsgirêka zimanê kurdî yê resmî / Amir Hasanpour Mêjûya danîna alfabeya zimanê kurdî / Prof. Dr. Marif Xeznedar Zimanê Yekgirtî / Dr. Ba’îz Omer Bersiva hinek rexne û tezên der barê rêzimanê de / Samî Tan Lêkolînerê kurd û Kurdistanê: V. F. Mînorskî / O. Jîgalîna Eþîrên kurd ên li Asyaya Rojava / Doç. Dr. Galip Alçitepe
Xwendinek di layê edebî yê Þêx Memdûh Brîfkî de / Reþîd Findî Zimanzan Laura Shepherd: Divê jiyan bibe kurdî / Hevpeyvîn: Samî Berbang Rapora Baron Bode ya der barê Kurdistana Rojhilat de / Olga Jîgalîna
|
|
Hevpeyvîn: LI BAKURÊ KURDISTANÊ REWÞA KURDÎ
|
|
Rûdawnet - Stenbol: Serokê Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê û yek ji rêvebirên Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî – (TZP Kurdî) Samî Tan, li Stenbolê bersîva pirsên Rûdawê yên li ser xabatên wan û rewþa zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê dan.
Em dixwazin ku tu xwe bidê naskirin
Navê min yê nivîskariyê Samî Berbang e. Ez serokê Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê û herwiha endamê Desteya Rêvebir yê TZP Kurdî me. Min demeke dirêj sernivîskariya Azadiya Welat jî kir.
Enstîtû di sala 1992’an hat damezrandin?
Belê. Enstîtû di nîsana 1992’an bi pêþengiya rewþenbîrên wekî Musa Anter, Feqi Hüseyin Saǧnýç, Ýsmail Beþikçi, Ýbrahim Gürgür, Abdurrahman Dürre, Cemþid Bender û gelek rewþenbîrên kurd hat avakirin. Heta roja îro enstîtûyê gelek berhem derxistine, bi taybetî li ser edebiyatê.
Heta niha çend pirtûkên we wekî weþanên Enstîtûyê hene?
Hejmar tam ne di serê min deye, lê ez bawerim heta niha zêdetirî 50 heb hene.
Kursên we yên ziman wê berdewam bin?
|
|
 Kovara Zend Derket
|
|
‘ASTENGIYÊN LI BER KURDÎ RAKIN’
|
|
Stenbol- Ji bo Cejna Zimanê Kurdî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê li ber Lîseya Galatasarayê daxuyaniyek da çepemeniyê.
Daxuyanî ji aliyê Serokê Enstîtuyê Samî Tan ve hate xwendin. Tan xwest ku hemû astengiyên fermî û yên zagonî yên li ber kurdî bêne rakirin û ger ev neyê rakirin ew nikarin bibêjin ku kurdî azad e.
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê xwest ku her kes xwedî li zimanê xwe derkevin.
Serokê DTP'a Stenbolê Halil Aksoy û rêveberên SDP'ê jî di dema daxuyaniyê de amade bûn û piþtgirî dan. Rêveberên Enstîtuyê pankartên wekî "Cejna zimanê Kurdî pîroz be" û "Zîmanê me hebûna me ye" vekirin.
Çavkanî: Diyarname
|
|
PIRTÛKEKE DIN A ''GOTINÊN PÊÞIYAN'' DERKET! !
|
|
Cemil Oguz
"Her gotinek çîrokek wê heye"
Mehmet Oncu li ser girîngiya gotinan jî dibêje, "Mirov dikare ji zargotina gelekî, ji erdnîgarî û jiyana wan a civakî gelek tiþtan hîn bibe. Gel, bîr û baweriyên xwe, nirxandin û rexneyên xwe, þîn û þahiyên xwe, kul, keder û kêfxweþiyên xwe bi zargotin û berhemên xwe yên folklorîk tînin ziman" û dûre van gotinan lê zêde dike: "Gotinên pêþiyan tenê beþek ji zargotina gel e, hindek ji wan þîret in, hindek mînak in, hindek jî serpêhatiyên sosret û balkêþ in ku ceribandina hezar salan di nava xwe de dihewînin. Bi gelemperî her gotinekê çîrokek an jî serpêhatiyeke wê heye."
|
|
LI TIRKIYÊ 4 HEZAR KES FÊRÎ KURDÎ DIBIN
|
|
Stenbol, 11 Gulan (AKnews) – Li Tirkiyeyê, hejmareke nêzîkî 4 hezar kesan ji bo fêrbûna zimanê kurdî diçin kursan. Piraniya van kesan ji xwendekar û mamosteyan pêk tên. Her wiha hinek kesên ku dixwazin ji bo kanala TRT Þeþ karê wergerandinê bikin jî diçin kurdên fêrkirina zimanê kurdî.
Der barê vê xebatê de Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan bersiva pirsên Aknews dan û got ku piþtî sala 2006’an hejmara wan kesên ku dixwazin fêrî zimanê kurdî bibin, zêde bûye. Tan, wiha berdewam kir, “Piþtî avabûna Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZPKurdî) me ji xwe re kir hedef ku em ziman bidin hezkirin. Bi bîr û baweriya ku ziman girêdayî nasnameyê ye me xebata xwe bi rê ve bir. Di encamê de jî eleqedariya li hemberî fêrbûna zimanê kurdî zêde bû.”
|
|
Axaftina Vekirinê ya Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
|
|
Di serî gorbihuþt Apê Mûsa, Apê Feqî, Mele Îsmet, Cemþîd Bender di vê xebatê de keda gelek kesan heye. Ez bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim. Hinek seydayên me yên mîna Kerem Soylu, Celalettîn Yoyler, Reþît Irgat hê jî xebata ji bo ziman, wêje û dîroka kurdî didomînin, ez salvegera 17’emîn a Enstîtuyê li wan jî pîroz dikim û silavên xwe yên dilgermîn pêþkêþî wan dikim.
|
|
Zana Farqînî
Fîlozof Ehmedê Xanî ku êdî li ser navê wî sempozyûmên navneteweyî tên lidarxistin û Newroz ji rojeva me dernakevin û cîhana me ya ramîn û têfikirînê jî bi xwe mijûl dikin. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê berhemek bi navê Xanî ve Newroz (Xanî û Newroz) bi tirkî çap kir. Nivîskarê pirtûkê jî H. Mem e ku em wî ji xebatên wekî Mamosteyê Sêyemîn Xanî, Tesewira Xaniyê Fîlozof, Rastiya Destana Memê Alan û Muzîka Serayê ya Kurdî dinasin.
|
|
APÊ FEQÎ LI TETWANÊ HATE BIBÎRANÎN
|
|
Di 6’emîn salvegera koça dawîn a gorbihuþt Feqî Huseyn Sagniç de li Tetwanê bernameya panel û bibîranînê hat lidarxistin. Seydayê mezin Mamê Feqî li welatê xwe li bajarê xwe ji aliyê malbat cîran û hezkiriyên xwe ve hat bibîranîn.
Panel û bibîranîn ji aliyê Kurdî-Dera Tetwanê ve hat organîzekirin. Di mêjûya 14.03.2009 de li Alîze Otelê saet 14:00ê bernameyê dest pê kir û du saet dom kir. Salona otelê bi sedan kesan tije bû û cih nema. Gelek kes ji ber nebûna cih bi paþ ve vegeriyan. Bi qasî 300 kesan rûniþtî û li ser piyan bi baldarî ji serî û hetanî dawiyê guhdariya panelê kir. Ji ber ku li bajarê Mamê Feqî paneleke kurdî pêk tê, hemû beþdar kêfxweþ û serbilind bûn.
|
|
RÛSPIYÊ ZIMANÊ KURDÎ: APÊ FEQÎ
|
|
ADIL ZOZANÎ – AMED
Feqî Huseyn Sagniç yek ji nifþê dawiyê yên ku medreseyan ji bo dîrok û zimanê kurdî bexþandî bû. Li ser Apê Feqî zehmetiyeke mezin ku mirov bikaribe hevokên rastiya wî vedibêjin li hev bialîne.
Min Apê Feqî li Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê nas kir. Yek ji sazkar û mûdavîmên enstîtûyê bû. Ligel Apê Mûsa û yên din rûspîtiya saziyê dikir. Di rabûn û rûniþtina wî de þewqeke neteweyî hebû. Bi sohbetên têr û tijî derdor li ser gencîneya dîrok û zimanê kurdî motîve dikirin.
Li Stenbolê dijiya, lê; ji xewnên wî yên kurdistanî tiþtek kêm nebibû. Di hevpeyvîneke ku di bihara 1993’ê min pê re kiribû li ser girîngiya yekgirtina neteweyî sekinî. Digot, ji bo gelê kurd ‘çirûskên azadiyê’ pêketine. Dilxweþ bû. Lê herî zêde jî ji þerê birakujiyê bêzar bû. Nedixwest þîroveyekê li ser bike. Dilê wî yên ji bo þervanên azadiyê li çiyayên welat diperpitî qîma xwe bi þerê birakujiyê nedianî. Welatê xwe diþiband baxçê gulan û digot; ‘çi em xweþikatiya vî baxçeyê xwe hîs nakin?’... Dor gehiþt min ku ez bikaribin hevaltiya wî Apê Mûsa jî pirs bikim. Dema navê Apê Feqî û Apê Mûsa tê ba hev, serboriyeke wan a ku vê hevaltiyê di nava rewþenbîriya kurdî de dike nexþe heye. Hecma min nehat. Ew pirs ji Apê Feqî kir.
|
|

Ji çapemenî û raya giþtî re,
Desteya Rêveber a Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê îsal ji ber wî ya bi salan a ji bo nasnameya kurdî û axaftina wî ya di bin banê Meclisê de Hevserokê DTP’ê birêz AHMET TURK Xelata Zimanê Kurdî ya FEQÎ HUSEYN SAGNIÇ dîtiye.
|
|
Samî Tan: Divê memûrên dewletê jî hînî kurdî bibin
|
|
Hevpeyvîn: Cemil Oguz
Roja 21’ê Reþemiyê Roja Zimanê Zikmakî ya navneteweyî ye. Li Tirkiyeyê zimanê kurdî hê jî bi awayekî fermî nehatiye qebûlkirin. Di vê rojê de saziyên kurdan derketin qadan û wan xwest ku zimanê kurdî bi awayekî fermî bê pejirandin. Digel vê yekê, li ser kurdî hin pêþketin jî hene. Digel aliyên wê yên bêne rexnekirin jî TRT 6 niha bi kurdî weþanê dike. YOK dixwaze Beþa Kurdolojiyê veke lê zanîngehên taybet dest bi vekirina waneyên kurdî kir jî. Hilbijartin tê, berendamên DTP’ê dixwazin bi kurdî propagandayê bikin. Di rewþeke wisa de, li ser mijarên bi vî rengî me bi Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan re hevpeyvîneke kir.
|
|
PIRTÛKA FÊRBÛNA KURDÎ HÎNKER DERKET
|
|
Ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê pirtûkeke dersê bi navê 'Hînker' derket. Pirtûk navê xwe ji pirtûka “Hînkerê zimanê kurdî” ya sala 1921'ê digire.
Pirtûka ku bi navê "Hînker" ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hatiye amarekirin ji bo dersdayîna mamosteyan e.
Pirtûk wekî "Asta yekemîn" derketiye û di pirtûkên Hînker ên duyem û sêyem de jî astên bilindtir cih bigirin. Di vê pirtûkê de 8 beþ hatine bicihkirin: Nasîn, malbat, dem û sal, pêdivi, jiyan, hobî, cih û war, pêþketin.
Ji 1921'ê heta niha 'Hînker'
Li ser pirtûkê me bi Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê zimanzan û di heman demê de yek ji amadekarên pirtûkê Samî Tan re xeber da. Tan diyar dike ku 'Wateyeke navê pirtûkê ya dîrokî heye' û wekî sedema hilbijartina navekî wisa wiha dibêje: "Yekemîn materyal li ser gramera kurdî di sala 1921'ê de ji aliyê Hêvî Talebe Cemiyetî ve hatiye derxistin. Navê wê 'Hînkerê zimanê kurdî' ye, me ev nav ji wir girt, lewma wateyeke wê ya dîrokî heye. Gelek navên din hatin pêþniyarkirin, me li ser vî navî biryar da."
|
|
Hejmara payîzê ya ZENDê derket!
|
|
Rêzepirtûka ZEND ku ji hêla Enstituya Kurdî ya Stenbolê ve tê derxistin, bi hejmara xwe ya 10’an derket pêþberî xwendevanên xwe. Di vê hejmara de jî ZEND, bi dewlemendiya nivîsaran balê dikiþîne. ZENDê vê carê jî berga xwe ji bo nivîsa Zeyno Zeynep a bi sernavê “Wekî qadeke þîdetê temsîl: Di romana tirkan de kurd, îsyan û jin” veqetandiye. Her wisa di kovarê de, ligel gelek nivîsarên dewlemend, bi nivîskar Remezan Alan re jî li ser edebiyata kurdî ya modern hevpeyvîneke dûvedirêj hatiye çêkirin.
|
|
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIÞTÎ RE
|
|
Rayedarên dewletê xwe li têkoþîna gelê kurd a ji bo perwerdehiya bi zimanê kurdî ragirt û têkoþerê zimanê kurdî Hemîd Dilbahar ji ber axaftina xwe ya di mitînga TZPKurdî ya Êlihê hate girtin.
|
ZEND ku wekî rêze pirtûk ji hêla Enstituya Kurdî ya Stenbolê ve her demsalê carekî tê weþandin bi naverokek dewlemend derket pêþberî xwendevanên xwe. Dosyeya ZENDê ya vê carê "Muzîka Kurdan a Kevneþopî" ye.
|
|
Enstituya Kurdî 16'emîn salvegera xwe pîroz kir
|
|
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê 16'emîn salvegera xwe bi þevekê pîroz kir. Her wiha di þevê de Xelata Ziman a Feqî Huseyîn Sagniç jî hate dayîn. Serokê Enstituya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan di þevê de axivî û got: "Enstîtu li hemberî yek ziman, yek netewe dariweste, daxwaza mafê çand, dîrok û zimanê kurdî dike"
|
|
Ji çapemenî û raya giþtî re
Desteya Rêveber a Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê îsal ji ber berxwedana wê ya li hemberî pest û pêkutiyan û xizmeta wê ya bi salan a ji bo parastin û pêþvebirina zimanê kurdî, Azadiya Welat þayanî Xelata Zimanê Kurdî ya Feqî Huseyn Sagniç dîtiye.
|
|
Belê rast e: Asîmîlasyon sûcekî li dijî mirovahiyê ye!
|
|

Enstituya Kurdî ya Stenbolê bi beþdariya nûnerên gelek saziyan der barê 21'ê Reþemiyê Roja Navneteweyî ya Zimanê Dayikê de li salona Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê daxuyaniyek da çapemeniyê. Metna daxuyaniyê:
|
|
Hejmara Zivistan 2008 a ZEND'ê bi naverokek têr dije derket. Di vê hejmarê de ZEND'ê Þerefxanê Bedlîsî û Þerefnameya wî kiriye mijara bergê. Her wisa, di vê hejmarê de li ser mijara têkilî û danûstandina zimanan bi berfirehî hatiye sekinandin û di vê çarçoveyê de gelek nivîs hatine weþandin. ZEND ku wekî rêzepirtûk, sê mehan carekê ji hêla Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve tê weþandin, bi hejmara yekem a sala 2008'an derket pêþberî xwendevanên xwe.
|
|
FERHENGA ME YA NÛ DERKET!
|
|

Enstituya Kurdî ya Stenbolê piþtî ferhengên mezin ên Tirkî-Kurdî û Kurdî-Tirkî, niha jî ferhengeke navincî amade kir. Ferhenga nû ku dîsa ji hêla Zana Farqînî ve hatiye amadekirin, ferhengek du zimanî ye û ji her du zimanan peyv têgih, biwêj û qalibên ku zêde têne bikaranîn cih digirin. Di beþa kurdî-tirkî ya ferhengê de 29.600 di beþa tirkî-kurdî de jî 23 hezar 250 made cih digirin.
|
|
Em bi xemgînî hîn bûn ku wêjekarê kurd, evîndarê zimanê kurdî, romanivîsê kurd Mehmet Uzun piºtî liberxwedaneke demdirêj a li dijî nexweºiya kujende, ºêrpenceya mîdeyê, îro (11.10.2007) koça xwe ya dawîn kiriye.
|
|
ZEND'a havîn û payîzê derket!
|
|
ZEND ku ji hêla Enstituya Kurdî ya Stenbolê ve wekî rêzepirtûk her demsalê carekî tê weþandin bi hejmareke nû, derket pêþberî xwendevanên xwe. Di vê hejmara ZENDê de, duzimanî bûye mijara bergê... Nivîsa edîtor a Zendê:
|
|
Hejmara biharê ya Rêzepirtûka Zendê ku ji hêla Enstituya Kurdî ya Stenbolê ve tê weþandin, derket. Di vê hejmarê de bi mebesta 300 saliya koçkirina Ehmedê Xanî, Zendê berga xwe ji bo ramyarê mezin veqetandiye û cih daye nivîsên Þefîk Beyaz û Rohat Alakom ên li ser raman û felsefeya Ehmedê Xanî.
Her wisa her du hejmarên winda yên rojnameya Kurdistanê ku demek berî niha ji hêla Celîlê Celîl ve hatibûn dîtin, bi pêþgotina Celîlê Celîl di nav rûpelê de Zendê de hem bi awayê orjînal hem jî bi tîpguhêziya latînî hatine weþandin.
Dîsa nivîsa Selîm Biçûk ya li ser rewþa hiqûqî a kurdên binxetê jî gelek balê dikiþîne û agahiyên girîng pêþkêþ dike...
|
|
Komeleya me yekem kongreya xwe pêk anî
|
|
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ku 6 meh berî niha di fermiyetê de xwe wekî komele bi rêxistin kiribû yekemîn kongreya xwe ya fermî pêk anî. Di kongreya ku rêveberiya nû hate hilbijartin de daxwaz û nirxandinên ji bo parastin û pêþvebirina zimanê kurdî derketin pêþ.
|
|  |
 |
| Dengdan |
 |
|
|
 |
| Dilxwazên Enstîtuyê |
 |
|
|
|