 |
| Kurdî |
 |
|
|
 |
| e-Pirtûk |
 |
|
|
 |
| ZEND |
 |
|
|
 |
| Bigere |
 |
|
|
|  | 
|
‘ASTENGIYÊN LI BER KURDÎ RAKIN’
|
|
Stenbol- Ji bo Cejna Zimanê Kurdî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê li ber Lîseya Galatasarayê daxuyaniyek da çepemeniyê.
Daxuyanî ji aliyê Serokê Enstîtuyê Samî Tan ve hate xwendin. Tan xwest ku hemû astengiyên fermî û yên zagonî yên li ber kurdî bêne rakirin û ger ev neyê rakirin ew nikarin bibêjin ku kurdî azad e.
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê xwest ku her kes xwedî li zimanê xwe derkevin.
Serokê DTP'a Stenbolê Halil Aksoy û rêveberên SDP'ê jî di dema daxuyaniyê de amade bûn û piþtgirî dan. Rêveberên Enstîtuyê pankartên wekî "Cejna zimanê Kurdî pîroz be" û "Zîmanê me hebûna me ye" vekirin.
Çavkanî: Diyarname
|
|
PIRTÛKEKE DIN A ''GOTINÊN PÊÞIYAN'' DERKET! !
|
|
Cemil Oguz
"Her gotinek çîrokek wê heye"
Mehmet Oncu li ser girîngiya gotinan jî dibêje, "Mirov dikare ji zargotina gelekî, ji erdnîgarî û jiyana wan a civakî gelek tiþtan hîn bibe. Gel, bîr û baweriyên xwe, nirxandin û rexneyên xwe, þîn û þahiyên xwe, kul, keder û kêfxweþiyên xwe bi zargotin û berhemên xwe yên folklorîk tînin ziman" û dûre van gotinan lê zêde dike: "Gotinên pêþiyan tenê beþek ji zargotina gel e, hindek ji wan þîret in, hindek mînak in, hindek jî serpêhatiyên sosret û balkêþ in ku ceribandina hezar salan di nava xwe de dihewînin. Bi gelemperî her gotinekê çîrokek an jî serpêhatiyeke wê heye."
|
|
LI TIRKIYÊ 4 HEZAR KES FÊRÎ KURDÎ DIBIN
|
|
Stenbol, 11 Gulan (AKnews) – Li Tirkiyeyê, hejmareke nêzîkî 4 hezar kesan ji bo fêrbûna zimanê kurdî diçin kursan. Piraniya van kesan ji xwendekar û mamosteyan pêk tên. Her wiha hinek kesên ku dixwazin ji bo kanala TRT Þeþ karê wergerandinê bikin jî diçin kurdên fêrkirina zimanê kurdî.
Der barê vê xebatê de Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan bersiva pirsên Aknews dan û got ku piþtî sala 2006’an hejmara wan kesên ku dixwazin fêrî zimanê kurdî bibin, zêde bûye. Tan, wiha berdewam kir, “Piþtî avabûna Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZPKurdî) me ji xwe re kir hedef ku em ziman bidin hezkirin. Bi bîr û baweriya ku ziman girêdayî nasnameyê ye me xebata xwe bi rê ve bir. Di encamê de jî eleqedariya li hemberî fêrbûna zimanê kurdî zêde bû.”
|
|
Axaftina Vekirinê ya Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
|
|
Di serî gorbihuþt Apê Mûsa, Apê Feqî, Mele Îsmet, Cemþîd Bender di vê xebatê de keda gelek kesan heye. Ez bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim. Hinek seydayên me yên mîna Kerem Soylu, Celalettîn Yoyler, Reþît Irgat hê jî xebata ji bo ziman, wêje û dîroka kurdî didomînin, ez salvegera 17’emîn a Enstîtuyê li wan jî pîroz dikim û silavên xwe yên dilgermîn pêþkêþî wan dikim.
|
|
Zana Farqînî
Fîlozof Ehmedê Xanî ku êdî li ser navê wî sempozyûmên navneteweyî tên lidarxistin û Newroz ji rojeva me dernakevin û cîhana me ya ramîn û têfikirînê jî bi xwe mijûl dikin. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê berhemek bi navê Xanî ve Newroz (Xanî û Newroz) bi tirkî çap kir. Nivîskarê pirtûkê jî H. Mem e ku em wî ji xebatên wekî Mamosteyê Sêyemîn Xanî, Tesewira Xaniyê Fîlozof, Rastiya Destana Memê Alan û Muzîka Serayê ya Kurdî dinasin.
|
|
APÊ FEQÎ LI TETWANÊ HATE BIBÎRANÎN
|
|
Di 6’emîn salvegera koça dawîn a gorbihuþt Feqî Huseyn Sagniç de li Tetwanê bernameya panel û bibîranînê hat lidarxistin. Seydayê mezin Mamê Feqî li welatê xwe li bajarê xwe ji aliyê malbat cîran û hezkiriyên xwe ve hat bibîranîn.
Panel û bibîranîn ji aliyê Kurdî-Dera Tetwanê ve hat organîzekirin. Di mêjûya 14.03.2009 de li Alîze Otelê saet 14:00ê bernameyê dest pê kir û du saet dom kir. Salona otelê bi sedan kesan tije bû û cih nema. Gelek kes ji ber nebûna cih bi paþ ve vegeriyan. Bi qasî 300 kesan rûniþtî û li ser piyan bi baldarî ji serî û hetanî dawiyê guhdariya panelê kir. Ji ber ku li bajarê Mamê Feqî paneleke kurdî pêk tê, hemû beþdar kêfxweþ û serbilind bûn.
|
|
RÛSPIYÊ ZIMANÊ KURDÎ: APÊ FEQÎ
|
|
ADIL ZOZANÎ – AMED
Feqî Huseyn Sagniç yek ji nifþê dawiyê yên ku medreseyan ji bo dîrok û zimanê kurdî bexþandî bû. Li ser Apê Feqî zehmetiyeke mezin ku mirov bikaribe hevokên rastiya wî vedibêjin li hev bialîne.
Min Apê Feqî li Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê nas kir. Yek ji sazkar û mûdavîmên enstîtûyê bû. Ligel Apê Mûsa û yên din rûspîtiya saziyê dikir. Di rabûn û rûniþtina wî de þewqeke neteweyî hebû. Bi sohbetên têr û tijî derdor li ser gencîneya dîrok û zimanê kurdî motîve dikirin.
Li Stenbolê dijiya, lê; ji xewnên wî yên kurdistanî tiþtek kêm nebibû. Di hevpeyvîneke ku di bihara 1993’ê min pê re kiribû li ser girîngiya yekgirtina neteweyî sekinî. Digot, ji bo gelê kurd ‘çirûskên azadiyê’ pêketine. Dilxweþ bû. Lê herî zêde jî ji þerê birakujiyê bêzar bû. Nedixwest þîroveyekê li ser bike. Dilê wî yên ji bo þervanên azadiyê li çiyayên welat diperpitî qîma xwe bi þerê birakujiyê nedianî. Welatê xwe diþiband baxçê gulan û digot; ‘çi em xweþikatiya vî baxçeyê xwe hîs nakin?’... Dor gehiþt min ku ez bikaribin hevaltiya wî Apê Mûsa jî pirs bikim. Dema navê Apê Feqî û Apê Mûsa tê ba hev, serboriyeke wan a ku vê hevaltiyê di nava rewþenbîriya kurdî de dike nexþe heye. Hecma min nehat. Ew pirs ji Apê Feqî kir.
|
|

Ji çapemenî û raya giþtî re,
Desteya Rêveber a Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê îsal ji ber wî ya bi salan a ji bo nasnameya kurdî û axaftina wî ya di bin banê Meclisê de Hevserokê DTP’ê birêz AHMET TURK Xelata Zimanê Kurdî ya FEQÎ HUSEYN SAGNIÇ dîtiye.
|
|
Samî Tan: Divê memûrên dewletê jî hînî kurdî bibin
|
|
Hevpeyvîn: Cemil Oguz
Roja 21’ê Reþemiyê Roja Zimanê Zikmakî ya navneteweyî ye. Li Tirkiyeyê zimanê kurdî hê jî bi awayekî fermî nehatiye qebûlkirin. Di vê rojê de saziyên kurdan derketin qadan û wan xwest ku zimanê kurdî bi awayekî fermî bê pejirandin. Digel vê yekê, li ser kurdî hin pêþketin jî hene. Digel aliyên wê yên bêne rexnekirin jî TRT 6 niha bi kurdî weþanê dike. YOK dixwaze Beþa Kurdolojiyê veke lê zanîngehên taybet dest bi vekirina waneyên kurdî kir jî. Hilbijartin tê, berendamên DTP’ê dixwazin bi kurdî propagandayê bikin. Di rewþeke wisa de, li ser mijarên bi vî rengî me bi Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan re hevpeyvîneke kir.
|
|
PIRTÛKA FÊRBÛNA KURDÎ HÎNKER DERKET
|
|
Ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê pirtûkeke dersê bi navê 'Hînker' derket. Pirtûk navê xwe ji pirtûka “Hînkerê zimanê kurdî” ya sala 1921'ê digire.
Pirtûka ku bi navê "Hînker" ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hatiye amarekirin ji bo dersdayîna mamosteyan e.
Pirtûk wekî "Asta yekemîn" derketiye û di pirtûkên Hînker ên duyem û sêyem de jî astên bilindtir cih bigirin. Di vê pirtûkê de 8 beþ hatine bicihkirin: Nasîn, malbat, dem û sal, pêdivi, jiyan, hobî, cih û war, pêþketin.
Ji 1921'ê heta niha 'Hînker'
Li ser pirtûkê me bi Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê zimanzan û di heman demê de yek ji amadekarên pirtûkê Samî Tan re xeber da. Tan diyar dike ku 'Wateyeke navê pirtûkê ya dîrokî heye' û wekî sedema hilbijartina navekî wisa wiha dibêje: "Yekemîn materyal li ser gramera kurdî di sala 1921'ê de ji aliyê Hêvî Talebe Cemiyetî ve hatiye derxistin. Navê wê 'Hînkerê zimanê kurdî' ye, me ev nav ji wir girt, lewma wateyeke wê ya dîrokî heye. Gelek navên din hatin pêþniyarkirin, me li ser vî navî biryar da."
|
|
Hejmara payîzê ya ZENDê derket!
|
|
Rêzepirtûka ZEND ku ji hêla Enstituya Kurdî ya Stenbolê ve tê derxistin, bi hejmara xwe ya 10’an derket pêþberî xwendevanên xwe. Di vê hejmara de jî ZEND, bi dewlemendiya nivîsaran balê dikiþîne. ZENDê vê carê jî berga xwe ji bo nivîsa Zeyno Zeynep a bi sernavê “Wekî qadeke þîdetê temsîl: Di romana tirkan de kurd, îsyan û jin” veqetandiye. Her wisa di kovarê de, ligel gelek nivîsarên dewlemend, bi nivîskar Remezan Alan re jî li ser edebiyata kurdî ya modern hevpeyvîneke dûvedirêj hatiye çêkirin.
|
|
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIÞTÎ RE
|
|
Rayedarên dewletê xwe li têkoþîna gelê kurd a ji bo perwerdehiya bi zimanê kurdî ragirt û têkoþerê zimanê kurdî Hemîd Dilbahar ji ber axaftina xwe ya di mitînga TZPKurdî ya Êlihê hate girtin.
|
ZEND ku wekî rêze pirtûk ji hêla Enstituya Kurdî ya Stenbolê ve her demsalê carekî tê weþandin bi naverokek dewlemend derket pêþberî xwendevanên xwe. Dosyeya ZENDê ya vê carê "Muzîka Kurdan a Kevneþopî" ye.
|
|
Enstituya Kurdî 16'emîn salvegera xwe pîroz kir
|
|
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê 16'emîn salvegera xwe bi þevekê pîroz kir. Her wiha di þevê de Xelata Ziman a Feqî Huseyîn Sagniç jî hate dayîn. Serokê Enstituya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan di þevê de axivî û got: "Enstîtu li hemberî yek ziman, yek netewe dariweste, daxwaza mafê çand, dîrok û zimanê kurdî dike"
|
|
Ji çapemenî û raya giþtî re
Desteya Rêveber a Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê îsal ji ber berxwedana wê ya li hemberî pest û pêkutiyan û xizmeta wê ya bi salan a ji bo parastin û pêþvebirina zimanê kurdî, Azadiya Welat þayanî Xelata Zimanê Kurdî ya Feqî Huseyn Sagniç dîtiye.
|
|
Belê rast e: Asîmîlasyon sûcekî li dijî mirovahiyê ye!
|
|

Enstituya Kurdî ya Stenbolê bi beþdariya nûnerên gelek saziyan der barê 21'ê Reþemiyê Roja Navneteweyî ya Zimanê Dayikê de li salona Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê daxuyaniyek da çapemeniyê. Metna daxuyaniyê:
|
|
Hejmara Zivistan 2008 a ZEND'ê bi naverokek têr dije derket. Di vê hejmarê de ZEND'ê Þerefxanê Bedlîsî û Þerefnameya wî kiriye mijara bergê. Her wisa, di vê hejmarê de li ser mijara têkilî û danûstandina zimanan bi berfirehî hatiye sekinandin û di vê çarçoveyê de gelek nivîs hatine weþandin. ZEND ku wekî rêzepirtûk, sê mehan carekê ji hêla Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve tê weþandin, bi hejmara yekem a sala 2008'an derket pêþberî xwendevanên xwe.
|
|
FERHENGA ME YA NÛ DERKET!
|
|

Enstituya Kurdî ya Stenbolê piþtî ferhengên mezin ên Tirkî-Kurdî û Kurdî-Tirkî, niha jî ferhengeke navincî amade kir. Ferhenga nû ku dîsa ji hêla Zana Farqînî ve hatiye amadekirin, ferhengek du zimanî ye û ji her du zimanan peyv têgih, biwêj û qalibên ku zêde têne bikaranîn cih digirin. Di beþa kurdî-tirkî ya ferhengê de 29.600 di beþa tirkî-kurdî de jî 23 hezar 250 made cih digirin.
|
|
Em bi xemgînî hîn bûn ku wêjekarê kurd, evîndarê zimanê kurdî, romanivîsê kurd Mehmet Uzun piºtî liberxwedaneke demdirêj a li dijî nexweºiya kujende, ºêrpenceya mîdeyê, îro (11.10.2007) koça xwe ya dawîn kiriye.
|
|
ZEND'a havîn û payîzê derket!
|
|
ZEND ku ji hêla Enstituya Kurdî ya Stenbolê ve wekî rêzepirtûk her demsalê carekî tê weþandin bi hejmareke nû, derket pêþberî xwendevanên xwe. Di vê hejmara ZENDê de, duzimanî bûye mijara bergê... Nivîsa edîtor a Zendê:
|
|
Hejmara biharê ya Rêzepirtûka Zendê ku ji hêla Enstituya Kurdî ya Stenbolê ve tê weþandin, derket. Di vê hejmarê de bi mebesta 300 saliya koçkirina Ehmedê Xanî, Zendê berga xwe ji bo ramyarê mezin veqetandiye û cih daye nivîsên Þefîk Beyaz û Rohat Alakom ên li ser raman û felsefeya Ehmedê Xanî.
Her wisa her du hejmarên winda yên rojnameya Kurdistanê ku demek berî niha ji hêla Celîlê Celîl ve hatibûn dîtin, bi pêþgotina Celîlê Celîl di nav rûpelê de Zendê de hem bi awayê orjînal hem jî bi tîpguhêziya latînî hatine weþandin.
Dîsa nivîsa Selîm Biçûk ya li ser rewþa hiqûqî a kurdên binxetê jî gelek balê dikiþîne û agahiyên girîng pêþkêþ dike...
|
|
Komeleya me yekem kongreya xwe pêk anî
|
|
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ku 6 meh berî niha di fermiyetê de xwe wekî komele bi rêxistin kiribû yekemîn kongreya xwe ya fermî pêk anî. Di kongreya ku rêveberiya nû hate hilbijartin de daxwaz û nirxandinên ji bo parastin û pêþvebirina zimanê kurdî derketin pêþ.
|
|
DAXUYANÎ: GIRTINA AZADIYA WELAT ÊRÎÞA LI SER ZIMANÊ KURDÎ YE
|
|
Azadiya Welat tekane rojnameya bi kurdî ye û çepera herî girîng a parastina zimanê kurdî ye. Lewre jî
em girtina Azadiya Welat wekî êrîþeke li ser zimanê kurdî dibînin û vê biryarê þermezar dikin.
|
|
3’EMÎN XELATA ZIMAN BO ABDULLAH DEMÎRBAÞ LAYÎQ HATE DÎTIN
|
|
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê 3'yemîn Xelata Ziman a Feqî Huseyîn Sagniç ji ber xebatên wî yên der barê zimanê kurdî de, dide Þaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaþ. Xelat dê çaremîn salvegera mirina zimanzan û rewþenbîrê kurd Feqî Huseyîn Sagniç de, roja 11’ê adarê, bi merasîmekê were dayîn.
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ev sê sal in ku Xelata Ziman a Feqî Huseyîn Sagniç dide kes an saziyên ku li ser kurdî xebat kirine û ked dane.
Xelata Ziman a Feqî Huseyîn Sagniç pêrar ji bo zimanzan Zana Farqînî, par jî ji bo lêkolîner û zimanzan Malmîsanij û ya îsal jî ji bo Þaredarê Sûrê ya Amedê Abdullah Demîrbaþ guncan hate dîtin.
|
|
Hejmara Zivistanê ya kovara lêkolîn û lêgerînên zanistî Zend derket. Di vê hejmara Zendê de li ser mijara "Parastina Zimên" dosyayek berfireh ku ji nivîs û lêkolînên zanistî pêk tê, hatiye çêkirin. Ligel dosyaya "Parastina Ziman" hin nivîsên din ên der barê dîrok, ziman û çanda kurdan de jî balê dikiþînin.
Weþana Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê “Zend”, di hejmara xwe ya nû de mijara "Parastina Zimên" ku ew demeke dirêj e di rojeva kurdan de ye, hildaye binê mercekê. Gelek nivîskar-lêkolînerên wekî Salih Akin, Cuma Çîçek, Ergîn Opengîn, Mehmet Bayrak, Þefîk Beyaz û Alaatîn Aktaþ di nivîsên xwe de li ser mijara "Parastina Zimên" lê hûr bûne û ji bo parastina zimanê kurdî li rê û rêbazan geriyane. Di dosyayê de, ji aliyê teorîk bigire ta aliyên rojevî parastina zimên bûye mijara nivîsan û ji belge û peymanên Yekîtiya Ewropayê û welatên din, mînak û tecrûbe hatine destnîþankirin. Dosyaya Parastina Zimên, der barê têgeha "Parastina Zimên" de ku têgeheke nû ye ketiye rojeva kurdan wekî rênîþandarekê ye.
|
|
ENSTÎTUYÊ BI ENDAMÊN XWE RE CIVÎN PÊK ANÎ
|
|
Piþtî ku Enstituya me wekî komele hate birêxistinkirin, cara yekemîn bi endaman re civînek hate çêkirin. Civîn li salona Navenda Çanda Mezopotamyayê pêk hat. Di civîna ku nêzî 50 endamên enstituyê beþdar bûn de, li ser xebat û projeyên enstituyê hate sekinînin. Her wiha Serokê Enstituyê Samî Tan, li ser navê rêveberiyê raporek xwend û der barê xebatan de agahî dan. Em rapora agahdariyê ji bo endamên xwe û dilxwazên Enstituyê li vir jî diweþînin.
|
|
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji bo ku xebatên xwe geþ û gur bike xwe wekî komele bi rêxistin kir û dest bi qeydikirina endaman dike.
Bi vê mebestê em dixwazin bi endam û dilxwazên xwe re civînekê li dar bixin û plan û projeyên xwe yên pêþerojê bi wan re nîqaþ bikin. Em hêvî dikin ku hemû endam û dilxwazên me beþdarî vê civînê bibin.
ENSTÎTUYA KURDÎ YA STENBOLÊ
CIH: Salona NÇM (Navenda Çanda Mezopotamya)
NAVNÎÞAN: Ýstiklal Caddesi, Turhol Han, No: 372/2
Beyoðlu-ÝSTANBUL
MÊJÛ: 16 12 2006
SAET: 11: 00
|
|
HEJMARA ZENDÊ YA PAYÎZÊ DERKET
|
|
Ji bo ku em bikaribin kovareke bi naverokeke têr û tijî pêþkêþî we xwendevanên hêja bikin, me di vê hejmarê de hinek zor da sînorên xwe yên heyî. Ev rewþa me di zêdebûna rûpelên kovarê de jî xuya dike... Me xwest ku kovar tenê ji nivîsên têkildarî ziman pêk neyê û heta ku ji me hat me cih da nivîsên cur bi cur. Ji van nivîsên ku rûpelên Zendê xemilandine hin ev in: "Di kurmancî de sîstema deman" Îbrahîm Seydo Aydogan, "Helwesta Saziya Zimanê Tirkî ya li dijî zimanê kurdî" Zana Farqînî, "Li Bakurê Kurdistanê endemîzma rihekan" Edîp Polat, "Dîroka Rojnamegeriyê ya li Rojhilatê Kurdistanê" Kakþar Oremar, "Di sedsala dawîn de li Baþûrê Biçûk rewþa perwerdehî û rojnamegeriyê" Konê Reþ, "Der barê Îdrîsê Bidlîsî de çend belgeyên dîrokî" Kerem Soylu, "Polîtîkaya Mustafa Kemal a li ser kurdan" Hasan Ozguneþ û hin nivîsên din...
|
|
Ji çapemenî û raya giþtî re: DÊ DOZA AÞTÎ Û AZADIYÊ BI SER BIKEVE
|
|
Þeva 13'ê rezbera 2006'an li ber Parka Koþuyolu ya Amedê êrîþeke hovane û li dijî mirovahiyê pêk hat. Di vê êrîþa hovane de 11 mirovên sivîl ku hinek ji wan zarok in, hatine kuþtin, zêdetirî 10 kesan jî birîndar bûne. Em berî her tiþtî vê bûyerê þermezar dikin û ji malbatên van þehîdên demokrasiyê re sersaxiyê, ji birîndaran re þîfayê dixwazin.
Di van rojan de pêkhatina vê êrîþê watedar e, ji ber ke li aliyekî serfermandariya Artêþa Tirk gefan li hêzên demokratîk dixwe û li aliyê din qêrîna dayikan û bangên aþtiyê zêde bûne. Ev bûyer nîþan dide ku hinek hêzên tarî aþtî û birayê naxwazin, di þer û kuþtinê de israr dikin. Lê belê em jî wekî mirovên aþtîxwaz û azadîxwaz, diyar dikin ku em ê têkoþîna xwe ya ji bo aþtî û azadiyê berz û bilind bikin. Em wekî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê van hêzên tarî þermezar dikin û dibêjin dê doza aþtî û biratiyê teqez bi ser bikeve.
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
Samî Tan
|
|  |
 |
| Dengdan |
 |
|
|
 |
| Dilxwazên Enstîtuyê |
 |
|
|
|